daxuyanî

Bi derbasbûna sedsalîyê li ser hevpeymana Lozanê, Encamnameya komcivînê

   Komeleya Rojavayê Kurdistan a Çand û Wêjeya Kurdî li jêr serenava ( Lozan sedsal ji dagirkerî, binpêkirin û berxwedanîyê- Bandorî û astengîyên qonaxa heyî) komcivîneke guftûgoyî li dar xist. Komcivîn di dîroka 24ê heyva heftan ji sala 2023an li bajarê Qamişlo bi amadebûna nûnerên partîyên siyasî, rewşenbîr, ekademisyen, rêxistinên jinê, kesayetin serbixwe ên rewşenbîr, siyasî û civakî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk hat.

Ji derveyî Rojava kesayetine rewşenbîr û siyasî ên navdewletî bi gotinên xwe tevlî komcivînê bûn, li rex wan jî kesayetin kurd qedirbilind ji derve û ji hundir ji bilî nûnerên partîyên siyasî, rewşenbîr, ekademisyen, çalakvan, rojnamevan û hwd ku komcivîn zengîn kirin.

   Guftûgo bal kişand ser berpirsyarîyên dewletên mezin derbarê zordarîya dêrîn a ku bi sedema Lozanê gihaşt gelê kurd û kurdistanê, herwiha gel û çandên navçeyê ku armanc jê destdayîna li ser xêrûbêrên gelan taybet gelê kurd.

   Nêrînan tekez kir ku ev hevpeyman ji şûna ku aştî û aramîyê li navçeyê belav bikira, berovajî wê; ew dewletên ku  Kurdistan parçe kirin, siyasetên binpêkirin, pişaftin û komkujîyan derheqê hebûna gelê kurd û çanda wî de pêk anîn mîna komkujîya li Enfalê û karanîna çekên kîmyawî li Helepçe  û Xormalê .

   Belê Dewleta Turk ta niha û bêyî ku tu hesaban ji Civaka Navdewletî re bike çekên kîmyawî li hember kurdan bi kar tîne. Girêdayî vê her kes komkujîyên Dewleta Turk ên bi kuştin û şewitandina dehhezarên kurdan li şkeftan nas dike. Ev bi delîlê ku goristan bi serenava (Ev goristana Kurdistanê ye) nîşan kiribûn. Ji bilî komkujîyên li Îraqê ku termên 182 hezar kesên ku bi saxî hatin oxirkirin, vedihewîne. Ev hemû mînak û delîlên encama bobelata ku Lozanê bi ser gelê kurd û Kurdistanê pêk anî.

   Lozan rêka binpêkirina hebûna gelê kurd li ser xaka wî ya dîrokî bû; gelê ku berî faris, turk û ereban li vê navçeyê dijîya, lê van dewletan bi rêya pişaftina çand, ziman, huner û filiklora kurdî kar kirin ku wî bin pê bikin da ku çanda wî di nava xwe de bipişêvin. Ji ber vê yekê Lozan bingeha wendakirina nasnameya kurdî bû.

   Gelê kurd di tu deman de ev hevpeymana nerewa nepejirand, ji ber wê dev ji xaka xwe berneda  û bi dehan serhildan û şoreş li kurdistanê pêxistin ku hemû jî li rastî hovîtîyeke mezin ji hêla dagirkerê kurdistanê ve hatin, di encamê de çemên xwînê herikîn û hîn jî berdewam in.

   Dewletên dagirkerê kurdistanê fermandarên şoreşên kurdan darve kirin mîna Şêx Seyîd Pîranî, Şehîd Seyid Riza, şehîd Qazî Mihemed û hwd, ji bilî serok Abdullah Ocelan ku ev 25 sal in hîn jî di zindanê de ye, dewleta Turk malbat û parêzerên wî ji serdana wî bêpar kirine da ku bandorê li moral û tendirustîya wî bikin.

   Kesên amade tekez kirin ku Rojhilata Navîn li ser çar netewan ava bûye; ereb, kurd, faris û Turk. Nabe ku yek di nava ya din de were pişaftin ji ber ku hewldanên binpêkirina netewekê li hember ya din dê nehêle ewlehî û aramî li navçeyê belav bibe.

   Helbet nêrînên hatin pêşkêşkirin berpirsyarîya mezin danîn ser milê dewletên mezin ku li ser vê hevpeymanê îmze kirin û rê dan herçar dewletên dagirkerê Kurdistanê ku siyaseta pişaftina netewî û qirkirina çandî derheqê gelê kurd û çanda wî de pêk bînin ku pê re zagonên parastina mafên mirovan bin pê dikin.

   Ji hêleke din nêrînan tekez kir ku rewşa kurdî ya hundirîn di dema Lozanê de bi sedema êlîtîyê parçewerçe bû û  nexwedî sîstemeke siyasî diyar bû, lê belê di dema heyî de jî tevegera kurdî a şoreşgerî pir li rastî kêmasî û astengîyan tê mîna nakokîyên partîyan di heman navçeyan de û nakokî û pevçûnên navbera hêzên kurdî û parçeyên kurdistanî ên din ji bilî şerê navxweyî ku tenê dijmin jê sûdê digire. Herwiha li alîyekî din hin hêzên kurdî têkilî bi dewletên dagirkerê kurdistanê re çêdikirin ku rewşeke pir kirêt û sexte li ser tevgera kurdî niştîmanî tê ferzkirin.

   Kesayetên nirxdar tekez kirin ku divê ev astengî di rêya guftûgoya kurdî-kurdî de werin çareserkirin.

   Guftûgoya kurdî-kurdî ji mêj û di her demê de, taybet dema niha piştî derbasbûna sedsalekê li ser hevpeymana Lozanê pir pêwîst e da ku nêrîna kurdî, lihevkirin û yekrêzîya kurdî pêk werin. Ji ber vê yekê jî pêwîste ku kongireyeke kurdî netewî ji hemû tevgerên siyasî re were lidarxistin ku ji armancên wê avakirina stratejîyeke netewî yekrêz, herwiha çêkirina lêvegereke kurdî ji van parçeyan ku palpiştîyê dide van rêgezan:

1- Tawankirina pevçûna kurdî – kurdî.

2- Çareserkirina pevçûnên navbera tevgerên kurdî bi rêya giftûgoya demoqrat ve.

3- Nepalpiştîya ser rêjîmên dagirkerê kurdistanê.

4- Pevrêzgirtina navebra alîyên tevgera kurdî.

   Di dawîya komcivînê de nêrînan bi temamî dîtin ku pêwîstîya pêlandina Civaka Navdewletî bi Rêveberîya Xweser A Demoqrat li Rojavayê Kurdistan heye.

   Herwiha tekez kirin ku gerek e tevgereke siyasî diplomasî di rewşa heyî de çalak bibe û li ser asta navdewletî bixebite. Ev dê rêkeftinekê di doza kurdî de pêk bîne çi ji hêla bidestxistina piştgirîya navdewletî çi jî bi destekdayîneke mezin ji şoreşa gelê kurd re.

24/7/2023 Z

                                                                               Komeleya Rojavayê Kurdistan

                                                                                      a çand û wêjeya kurdî

Related Articles

Back to top button