çalakî

Komeleya Rojavayê Kurdistan Roja Zimanê Kurdî pîroz dike

   Roja duşemê 15ê Gulana 2023an li xwaringeha Marbêla li bajarê Hesekê û bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, lêkoler, hunermend û hezkerên wêje û çandê yên ji sazî û xwendekarên zanîngeha Rojava ve, Komleya Rojavayê Kurdistan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Aheng di demjimêr deh û nîvan bi bixêrhatina mêvan û rawestina kêlîkeke bêdeng li  ser canê pakrewanan dest pê kir piştre gotina komeleyê ya di derbarê buhaya zimanê kurdî, dîroka wî, sedema hilbijartina vê rojê wekî roja zimanê Kurdî û mebesta komeleyê ji lidarxistina vê ahengê ve hat pêşkêşkirin.

Piştî wê programa ku komeleyê amade kiribû wiha hat destpêkirin:

Rûniştina yekemîn:

1-Zimanê kurdî- Buhaya wî û aktîfbûna wî bi zimanên din re.

2- Bo hevgirtina zimanî gurkirina guftûgoya di navbera çandan de.

   Ji xwe rûniştin ji hêla mamoste Bêrîvan Ebdilkerîm ve hat birêvebirin ku tê de Lêkolera zimanê kurdî Xecê petekaya û mamoste Ehmed Ibrahîm mamosteyê zanîngeha  Rojava amade bûn

Rûniştina duyemîn derbarê:

1- Bi rêya pirzimanîyê ve hevgirtin û hevgirêdana civakî.( minhacên Rêveberîya Xweser a demoqrat wekî nimûne).

2- Derfetên teknîkên jimarî û alavên gihandinê ên nû.

Rûniştin ji hêla mamoste Sîpan Ismayîl ve hat birêvebirin ku mêvanên wî jî Mamoste Mihemed Salih Ebdo hevserokê berê yê desteya perwerdeyê li Herêma Cizîrê, Birêz Ciwan Ehmed semînervan di zanîngeha Rojava de û mamoste Jînda Ehmê birêvebira ekademîya şehîd Ekîd bûn.

– Pêşkêşkirina raporekê li ser pinpêkirinên derheqê zimanê kurdî li navçeyên dagirkirî taybet li Serê Kanîyê û Efrînê ku bi navê rêxistina Pêl û ji hêla birêz Hêvyana Osman ve hat xwendin.

– Sinivîzyonek ji hêla Mamoste Salihê Heydo derbarê pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî bi çand û filiklora wî ve hat pêşkêşkirin, herwiha spasîya Komeleya Rojavayê Kurdistan li ser lidarxistina vê ahengê kir

– Komeke çîrokan ji hêla Mamoste Fatma Ehmed ve.

– Wênegirîya li ser dîwaran derbarê çand û filiklora kurdî ji hunermend Besme Enter û Silêman Mentî ve.

– Şanoya bi navê Çirîsk ji hêla mamoste Beşîr Resûl û Êva Ebdilkerîm ve hat şanogerîkirin. Şano ji hêla mamoste Umran Yûsiv ve hatîye wergeran û derhênerkirin.

– Şevbuhêrkeke helbestî ji hêla helbestvan Hozan GirKundê, Leyla Reşo û Bavê Tarî.

– Xelekeke muzîkê ji Kultura Kurdî ji hêla hunermend Dilîn Ehmed û hunermend Lawîn Seîd Yûsif ve.

   Di dumahîka ahengê de govend û dîlanên kurdî ji hêla hunermend Lawîn Seyîd Yûsif ve hat pêşkêşkirin.

Back to top button