Di gelek civatan de carinan jê pirsa deqandinê ji min dibe ku ev deq ji ku hatine û ji bo çi ne û ji kengî de ne û ji çi pêk tên???
Bi rastî li gor lêkolîn û pirsa min di derbarê deqandinê de ez giham hin encaman di derheqa wan de li gorî zanyariyên civakê,lewra ez bi xwe jî ji biçûkanî ve hatime deqandin ji destên xwe ve bi du deqên hûr ji hêla xuşk û dotmamên xwe ve di salên 1960 an de.Lê tevî wilo hin agahiyan ez li ser wan dizanim.
Berî her tiştî deqandin di nav kurdan de û di kang û navîna kurdistanê de tune ye,ku hebin jî pir kêmpeyda ne û jina yan keça ku deqandî ba jî jinên derdora wê tinazên xwe pê dikirin û ew şermezar dikirin ku ev çi deq in li te û ne ji xesyet û xiyên kurda ye?! Her wiha ji millekî dîtir ve jî weke tê bîra min keç û jinan xwe bi dizî dideqandin çiku oldaran ev tişt nedipijiandin û li gorî destûra ayînî ew durist nedidêran û weke guneh û tawaneke mezin didîtin.
Lewra ew jin yan keç neçar dibû ku wan deqên xwe bi awayekî ji awayan ji lebatên laşê xwe bibe, Her wiha jin û mêrên kurd yên deqandî jî ji wan hoz û êl û malbatên ku dirawis û cîranên hoz û êl û malbatên E’reban bûn ku bi kurdan re sînordar bûn û têkiliyên civakî di navbera wan de hebûn weke kirîvantî, şûkirin û koç û koçeriya pez li berriyê û bi hev kêr û bandor bûbûn.
Her wiha deqandin ji sê egeran tên. Yek jê ji bo bedewbûnê ye, bi taybet yên li hinarên rûyan û li bin çenê û li aniyê, di ser poz re û li qevda dest ku reng û neqş û nimûşên balkêş destnîşan dikirin .
Egera dudiyan jî ji bo serêşê û hin nexweşiyên dîtir bûn, ew jî çi mêr ban û çi jin ban herdû çênîkên xwe dideqandin ku serê wan ne êşe.
Egera sisiyan jî ew e ku bi hin qinyatên deraqil (behweriyên ne rewa) ku behweriya civakan bi giştî bi wan dihat û heyanî vêga jî bi taybetî keç û jin, Lewra dema jinan hin lebatên laşê xwe dideqandin, behwerîya wan ew bû da hevjînên wan hewiyê neyine ser wan û di hin lebatên dîtir de jî deq dikutan ku devê xesûyê li ber bûkê bê girêdanê yan jî bûk di gurra xesûyê de be û hin deq li kefa destan dikirin bi qinyata ku qismetê wê/wî fire be û ne hewcedar bin, her wiha bi gelek celeb û cûre û daxwazan ev deq li jin û mêran dibûn, hin ji biçûkanî ve û hin jî bi meznayî.
Her wiha pûjen (made)ya deqê ji teniyê û ariyê ye û ji şîrê jina pêk tê,lewra ew arî û tenî dikirin kevçiyekî yan kodikek biçûk û jinekê şîrê xwe lê dikir û bi derziyê li nav hev didan û li hev dixistin ,lê ew jin jî divê bû ku diya keçikan be ,yan jî berê pêşîn keçek anî be û nixurî keç be,jê û pêve jina diya kuran şîrê wê çênedibû li gorî qinyata çivakê .
Her wiha piştî ku şîr û tenya xwe li hev dixistin carê derziya xwe di nav dadikirin û bi serê wê ew laşê nazik dikutan hayanî xwîn bi ser diket û ew tenî,arî û şîr derbas dibû bin çerm û hefteyekê ji ber diêşiyan .
Lê bi giştî deqandin ne xesyetê kurda ye ku hin ji kurdan deqandî bin jî ew jî ji derve de hatine,lê gelek zirnevan ,bilûrvan,dodikjen û tembûrvanê berê tiliyên destê xwe dideqandin da ku li ser kunên zirne û bilûrê yan li ser perdeyên tembûrê xemil û rewşeke balkêş bidin bi qinyata ku çavînî jî nebin,lê heya kîjan radeyê ev qinyat rast in nayên xuyakirin ?!.
- Salihê Heydo