daxuyanî

Em wekî komeke akademîsyen, rewşenbîr û çalakvanan damezrandina Komeleya (Rojavayê Kurdistan) ya çand û wêjeya Kurdî radighînin

   Em wekî komeke akademîsyen, rewşenbîr û çalakvanan damezrandina Komeleya (Rojavayê Kurdistan) ya çand û wêjeya Kurdî radighînin ku dê ji bo pesendkirina çand û nasnameya Kurdî li gorî van pîvanan kar bike:

Pêşgotin:

   ji dema parçebûna yekemîn û duyemîn ya Kurdistanê, hemû dewlet hewildanên xwe didin ji dema ku perçeyên  kurdistanê  tevlî xwe kirine ku nasnameya miletê kurd binpê bikin, weke ziman, wêje û çanda netewî ya veder.

   Ew dizane ku verastbûna vî tiştî çêbibe wê miletê kurd nasnameya xwe ya netewî winda bikin û wê bên helandin di çarçoveya neteweyên rajorbûyî û bi vî awayî çi berxwedanên ku ji bo mafên gelê kurd ên netewî  û rizgariya welat bi dawî dibe.

   Wê demê wê bi awayekî herî xerab ê dagirkeriya cihbûn bi serkeve.

Heger ev dewletên bizorbirina kurdistanê biserketine ji sedsalan di vemirandina berxwedana miletê kurd bi serkotkirina hovîtî û çemên ji xwînê û hemû awayên serberjêrkarîkirina miletê kurd û berxwedanên wî bi alîkariya dewletên mezin ku kizavên xwazkirina bercewendiyên xwe û destbirina sermayeyên milet,  herçend bi serneketin di vemirandina bizota têkoşînê ya vêxistî herdem.

   Berhende miletê kurd bi dehan bizota serhildanan û şoreşan pêxistiye û bi sed hezaran şehîd danîn ên ku bi xwîna xwe xaka kurdistanê av dan û kulîlkên azadiyê û berxwedana miletê kurd di her gavekê di pêwirgehên kurdistanê de ye .

   Ji bo berxwedanên miletê kurd Vala derbas nebe divê herdem em şehîdên dilpak, salar şanîtiyên gelê me weke mele Se’îd pîran, Seyd Riza, Qazî Mihemed, Mustefa Barzanî, Celal Talebanî, Ebdilrehman Qasimlo û Ebdullah Ocelan ê ku niha li dîlgirtiyê girtîgeha dewleta faşîst a Turk e ji 24 salan de û gelek kesên weke wî jî .

   Di encama vê têkoşîna xwînrij û berxwedana miletê Kurd tevgera rizgariya welatparêzî û neteweya kurdistanî çavbîneke berjorbûneke girîng û berdewama di dema me ya niha de tevî hemû metirsî û pêlanên ku tên cewkarîkirin li dijî wê bi eşkere û dizî û ji bo berdewamkirina vê şoreşa biserketî divê ku hemû tîverêzên miletê kurd û qatên wê tevlî bibin.

   Ev tişt dikeve ser milê hemû rewşenbîrên welatparêz, pêşketî, demoqiratiyên kurd, wêjevan, hunermend, nivîskar, bîrbir û gelek kesên din ku li derdorê Kom bibin û bi rola xwe ya dîrokî rabin ji ber ku ev karekî sereke û girînge di serkeftina şoreşa miletê kurd û gihiştina wî ya nînokdar an jî dîrok tu carî dilovaniyê li wan nake .

   Û bi rêketinê ji vê nerînê em diyardikin li ser damezrandina komeleya ( Rojavayê Kurdistan )  a wêje û çanda kurdî , ev komele biserxwe ye û tu girêdana wê bi tu partiyan ve tune ye û deriyê wê vekiriye ji hemû rewşenbîrên welatparêz û pêşketî û demoqiratiyên kurd bi çav lêpoşand li ser tevlîbûnên partî û siyasî û hemû kesan vedixwînin li dorê kom bibin û qezenckirina şahnaziya endamtiyê û xurtkirina rola wê û pêkanîna armanca wê.

Durufikrê komeleyê:

1- Komele saziyeke serbixwe ye bê sûdgirtineke darayî ye hat avakirin bi destpêşxeriya komek ji rewşenbîrên akademî û çalakvanên zikêşeya hêzdana çand û nasnameya netewî û gelparêzên kurd û pirogiramên wê yê cûr bi cûr pêşdar be di hemû beşên çandî û zanistî de .

2- Karê komeleyê ji bo civakeke azad û xwedî derketin li ser ziman, nasname û makzayên şaristanî û bi cîbûnên li ser degerên mirovahiyê û rêzgirtina pirengiyê.

3- Karê komeleyê tê avakirin li ser bingeha fikrî û avakirina binesaziya çanda kurdî ku di koka beşê rewşenbîrî û hunerî û rexneyî de ji bo bilindkirina hişmendiya nasnameyî û mafên giştî û lê xwedîderketina li zimanê kurdî weke keleke bingehîn di nasnameyê de û avakirina danûstandineke zanistî û geşpêdaneke bi pêşengiya ciwanan serperştiyeke rewşenbîrî û rola wêjeya civakî.

Armancên komeleyê:

1- Nasnamekirina nasnameya neteweya kurdî ya tevahî kurd û kurdistanê bi hemû beşên xwe yên vekirî ne li ser rewş û dîrok û çanda miletên cûr bi cûr, li ser bingeheke mirovahî û demoqiratîk tê avakirin û dûrî girtîbûn û nakokiyên êlperstî û obeyan û olperestiyan û nijadperestiyê.

2- Rêzgirtina hemû fikir û namesaziyên ku armancên komeleyê bihêz bike di komkirina darêjanên hêzên gelê kurd di çarçoveya peywendiyên demoqiratîk di serokatiya komeleyê û saziyên wê de .

3- Komele bi rihekî kurdeyetî û fikrekî kurdeyetî Kar dike û bercewendiyên miletê kurd li ser her tiştî digre.

4- Komeke li ser nûjiyankirin û komkirin û pêşxistina çanda miletê kurdî dike, filiklor, wêje, çand û hunera wê.

5- Komele piştgirtina berxwedana gelê kurd li hemû parçeyên kurdistanê û derve dike .

6- Komele şerên hundirîn tawan dike û vexwendina çareserkirina pirsgirêkên kurdî- kurdî bi guftûgoyên demoqiratîk çareser dike .

7- Komele zarîkirina karên netewî hevbeş di navbera hemû beşên kurdî dike û doza avakirina vegereke kurdî û netevlîbûna piştpêbestiya li dewletên dagirkerên Kurdistanê.

5 – 3 – 2023

Related Articles

Back to top button