daxuyanî

Ji raya giştî re

   Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla Encumena Niştîmanîya Sûrî û Opozîsyona wê ve, çeteyên wê yên bi navê Ehrar Eşşerqîye kiryarine herî qirêj di derheqê gelê Efrînê de pêk tînin, û wekî berdewamî ji van kiryaran re di şeva berî Cejna Newrozê de çar niştecihên bajarê Cindirêsê li rastî guleyên hin çeteyan hatin ku jiyana xwe ji dest dan û çarên din jî birîndar bûn, ev hemû bi sedema dadana wan ji agirê Newrozê re bû. Ji xwe ev çete ta niha rastî tu sûcan nehatine.

   Çeteyên opozîsyonê biryarên bo pêkanîna van sûcan rasterast ji Dewleta dagirker Turkîyayê digirin. Ev kiryarên hovane û dijmirovî li pêş raya giştî tê kirin ya ku li hemeber wê di nava bêdengîyekê de ye ku pê piştgirîyekê dide Turkya ger bi awayekî bê tirs berdewam bike.

   Êrîş û hovîtîya dagirkerîya Turkîyê li hember gelê Efrînê pêk tîne ne kiryarine tekane ne û ne jî sûcine ku di rewşine taybet de tên kirin lê belê ew siyaseteke ji mêj ve pilankirî ye hewl dide demografîya Efrînê biguherîne bi rêya terorkirina niştecihên wê yên resen û anîn û bicihkirina malbatine din ku ji her devereke Sûryê ne ji nav wan gelek kesên ji girûpên çekdar in ên mîna Daiş û Cebhet Ennûsra.

   Ji xwe şêwazê çekdarên Opozisyonê ji yên girûpên çekdar ne bi dûr e, nexasim ku  şêweyê dagirkirin, binpêkirina nasnameya kurdî, dizîtina kevneşopîyan, xirabkirina rêûresmên dîrokî bi kar tîne taybet ku hemû kurdîbûna Efrînê tekez dikin. Li hêleke din birîna darên zeytûnan û destdayîna ser malûmilkên kurdan.

   Siyaseta Turkîya a dagirkirinê navçeyên bakurê Sûryê jî armanc digire ta ku bigihîje Mûsil û Kerkûkê wekî pêkanînek ji Mîsaqa Milî re a ku navçeyên dagirkirî wekî parçeyekê ji serwerîya Osmanî re dibîne.

   Komeleya Rojavayê Kurdistan a çand û Wêjeya kurdî ji civaka navdewletî daxwaz dike ku ji bêdengîya xwe derkeve û û zextê li dewleta Turk a dagirker bike da ku dagirkirin û zordarîya xwe a  li ser gelê Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî û her navçeyeke dagirkirî rawestîne her wiha bang li Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlehîya Navdewletî dike ku biryarinan bistîne ku niştecihên lu navçeyên dagirkirî werin parastin, li hêleke din ji netewperwer û niştîmanperwer û yên demoqrat daxwaz dike ku kiryarên dewleta Turk şermezar bikin.

   Ji ber wê rizgarîya gelê kurd li Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî, Cerablus, Elbab û Ezazê  dê guncaw be ku hemû şêweyên siyasî û leşkerî yên guncaw hatin bikaranîn.

  Em wekî komele ji gelê kurd daxwaz dikin ku xwe bi Hêzên Sûrya Demokratîk, Yekîneyên Patrastina Gel û yên Parastina Jinê ve girêbidin ji ber ew wekî hêza herî guncaw bo rizgarkirina van navçeyan tê dîtin, her wiha em ji partîyên kurd ên ku di nava Opozîsyona Sûrîyê û Itîlafa wê de cih dirtine, dev j iwan berdin ji ber ji kiryarên diyar bû ku ew dijminê gelê kurd in ji mêj ve.

Komele sersaxîyê ji malabtên şehîdên Cindirêsê re dixwaze û saxlemîyê bo birîndaran doz dike

Serfirazî bo şehîdên Cindinrêsê

Serfirazî bo şehêdîn azadîyê

Azadî bo Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî

29 – 3 – 2023

                                     

                                                                                   Komeleya Rojavayê Kurdistan

                                                                                        a çand û wêjeya kurdî

Related Articles

Check Also
Close
Back to top button